Li Dêrazorê şervanên QSD`ê depoyeke çek û dermanan bi dest xistin

depo li nêzî dêrezorê bûye
کوردستان TV
100%

Şervanên QSD`ê di encam operasyonên lêgerînê de li gundê Mereşlî û derdora wê depoyeke cebilxane û dermanan a çeteyên DIŞIê bi dest xistin.

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li quncikên dawîn ên çeteyên DIŞIê bi pêş de diçin. Bi pêşdeçûnê re operasyonên paqijkirin û lêgerînê jî dewam dikin.

Şervanên QSD’ê di encama operasyona paqijkirin û lêgerînê ya li gundê Mereşlî û derdora wê de depoyeke cebilxane û dermanan a çeteyên DIŞI’ê bi dest xist.

Şervanan di depoyê de gelek çekên doçka, kalaşnîkof, topên hewanê û miqdareke mezin ji dermanan dîtin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku li herêmên rizgarkirî operasyonên lêgerîn û paqijkirinê didomin. Her wiha destnîşan kir ku tîmên taybet ên rakirina mayinan xebatên xwe berdewam dikin û mayinên ku ji aliyê çeteyan ve li herêmê hatine çandin, bê bandor dikin.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.