Endamekî Polîtburoya PDKê eşkere kir ku PDKê pêşniyaz kiriye ji bo pêkanîna hikûmeta nû civînên sê alî di navbera PDK, YNK û Tevgera Goranê bêne kirin û Goran razî bûye.
Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys ragihand, “Rêkeftin take rê ye ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zû yan dereng lihev dikin.”
Nav hatî diyar kir ku PDKê pêşniyaza encamdana civînên sêalî di navbera PDK, YNK û Tevgera Goranê de kiriye, Goran jî li ser wê pêşniyazê razî bûye, lê hîna bi YNKê baş e ku ew destpêkê bi Goranê rêk bikeve û piştre civînên sêalî bên kirin.”
Biryar bû îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê biciviyana, lê li ser daxwaza YNKê ew civîn hate paşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin