Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa vê yekê kir ku îro şandeke leşkerî ya Brîtanî serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Li gor daxuyaniya han di civînê de behsa têkiliyê leşkerî yên di navbera hêzên pêşmerge û hêzên leşkerî yên Brîtanyayê de hatine nirxandin û şanda Brîtanî tekezî li ser domandina hemahengiya navbera her du aliyan kiriye.
Şanda leşkerî ya Brîtanî herwiha diyar kiriye û hevkariyên leşkerî yên Brîtanyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin