Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Organîzatorê karûbarên Konsulusxaneya Îmaratên Erebî ya li Hewlêrê Ehmed Elmihêribî û şandeke pê re kir.
Di civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe a li gel Serokwezîr diyar kir û pişt re bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe di demên derbasbûyî de yên di çarçoveya hevkariyên welatê xwe yên bo Îraq bi taybetî di warê hevkarî kirina penaberên destê terorê li Kurdistanê de kir û spasiya hikûmeta Kurdistanê kir bo hemahengî kirin li gel Konsulusxaneyên welatên cîhanî yên li Kurdistanê de.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana şanda mêwan û hevkariyên Îmaratên yên bo Kurdistanê ên însanî kir û hêviya domandina hevkariyên han xwest.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Îmaratê di her warekê de kir.
Di berdewamiya civîna han de rewşa siyasiya Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda û Îmaratê hate nîqaşkirin û her du alî asta têkiliyên han bilind nirxand û pişt re jî behsa qonaxa piştî DIŞIê û prosesa awedan kirinê kirin û anîn ziman ku dem dema vê yekê ye ku kompanî werin li Kurdistanê çalakî bo tevahiya Îraqê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin