Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî de, îro dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkariya sê hezar malbetên Kerkûkî yên ku li Hewlêr û derdorê bicîh bûne kir.
DXB îro bi hevkariya Îmaratê, ev hevkariyên han pêşkêşî wan şêniyên Kerkûkê kir yên ku piştî bûyerên 16 Cotmehê ji Kerkûkê hatibûn derxistin.
Hevkariyên han pêk hatibûn ji xarin, vexarin, betanî, kinc û pêdiviyên din yên jiyana rojane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin