Şervanên QSD`ê piştî korîdorên ewlehiyê vekirin, 200 sivîl ji gundê Baxozê rizgar kirin. Rizgarkirina sivîlan didome.
Li gor nûçeyeke anhayê şervanên QSD`ê îro 200 sivîl ku praniya wan jin û zarokin ji gundê Baxozê ku çeteyên DIŞIê tê de asê mane rizgar kirin..
Nûçegihanên me diyar kirin ku piştî şervanan korîdorên ewlehiyê vekirin, sivîl gihîştin herêmên rizgarkirî.
Her wiha nûçegihanên me diyar kirin ku koçberkirin didome, şervan bi hemû hêza xwe hewl didin ku sivîlên ku çeteyên DIŞIê wan weke mertalên zindî bikar tînin rizgar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin