CENTCOM: Dê vekişîn li gorî guhertînên rewşa herêmê be

dibêje vê biryar li gor rewşa deverê were cîhbicîhkirin
کوردستان TV
100%

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Joseph Votel, ragihand ku dê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê di nav çend rojan yan jî hefteyan de dest pê bike û got, dê vekişîn li gorî guhertinên rewşa herêmê pêk were.

Derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê de hîn jî daxuyaniyên cuda tên ku herî dawî medya Amerîkî ragihandibû ku dê vekişîn heta dawiya meha Nîsanê were temamkirin.

Votel di serdana hêzên Rojhilata Navîn de, ji rojnamevanan re da xuyakirin ku ew niha di rewşa dixwazin de ne û li ser vekişîna ji Sûriyê jî wiha axivî:

“Muhtemel e di nav çend hefteyan de pêk were. Dubare dikim, dê vekişîn li gor guherînên rewşê li herêmê şikil bistîne. Vekişandina mirovan ji vekişandina alavên leşkerî hêsantir e. Alavên ku pêdiviya me bi wan nîne em tesfiye dikin.”

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.