Îro di navbera rayedarên wezareta pêşmerge û nunerên hêzên hevpeymaniya cîhanî de, civînek hat lidar xistin.
Di civînê de her du alî behsa bername û programên hevbeş yên bo perwerde kirina hêzên pêşmerge kirin.
Her di civînê de nunerên hevpeymaniya cîhanî tekezî li ser vê yekê kirine ku karên wan yên bo perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe û tevahiya lîwayên ser bi wezareta pêşmerge ji nû ve perwerde dikin.
Perwerde kirina hêzên pêşmerge yek ji xalên karên hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhaniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin