Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di presskonferansa xwe ya heftane li Bexdayê ragihand ku civîna vî li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek baş û girîng bûye.
Ebdulmehdî di beşeke din ji axaftinên xwe de belkêşandiye ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotiye: Niha rewş gelek başe û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gelek baş û bihêzin.
Derbarê hinarde kirina petrola Kurdistanê de jî Serokwezîrê Îraqê diyar kiriye ku mekanîzma henarde kirina petrola Kurdistanê heye û em li ser mekanîzma han hemfikirin lewre hewce nake ku rêkeftineke nû îmze bikin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin