Parlementerê PDKê Hêmin Hewramî dibêje, civîna roja 18 vê mehê ya parlementoya Kurdistanê dê sedî sed were kirin.
Hêmin Hewramî, ku endamê serkirdetiya PDKê ye jî, di civîneke rojnamevaniyê de behsa pêkanîna hikûmetê û civîna parlementoyê kir û ragihand, PDK alîgirê wê yekê ku bi partiyên siyasî re bigihê rêkeftinê lê nabe ev rewş zêde gîro bibe.
Hewramî di bersiva vê pirsê de ku gelo îhtimal heye civîna roja 18 vê mehê ya parlementoyê were paşxistin jî, got, civîna 18 vê mehêdê sedî sed were kirin û ti carî nayê paşxistin.
Li ser pêwendiyên YNK û PDKê jî Hêmin Hewramî got, PDK û YNK ji bilî rêkeftinê ti rêyeke din li pêşiya wan nîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin