Erbil 38°C Wednesday 26 Nov 07:55

DIŞI berbirsiyartiya êrîşê girte ser xwe

di êrîşê de 15 leşkerên misirî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê li devera Sînayê êrîşî ser hêzên artêşa Misirê hatibû kirin û di encam de herî kêm 15 leşkerên Misirî hatibûn kuştin, îro DIŞI bi fermî berpirsiyartiya êrîşa han girte ser xwe.

Pêgehên dîcîtalî yên DIŞIê peyamek li ser zarê rayedarên DIŞIê weşandiye û tê de diyar kiriye ku êrîşa duhê li Sînayê hatiye pêkanîn karê DIŞIê bûye.

Duhê artêşa Misirê jî diyar kiribû ku di encama êrîşê de 15 leşkerên Misirî hatine kuştin û pişt re jî artêşa Misirê kariye 7 terorîstên DIŞIê bikuje.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.