Nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey di gotareke xwe de yaku di çarçoveya panilekê de li Munichê pêşkêş kir behsa vekêşana hêzên Amerîkî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
James Jeffrey diyar kir ku dema dawî bi xelafeta DIŞIê û terorîstên DIŞI were, emê hêzên xwe yên li Bakûrê Sûriyeyê vekêşin û ev yek nayê vê wateyê ku em dev ji hevpeymanên xwe( HSD) berdidin.
Jeffrey herwiha eşkere kir ku vê hevkarî û piştîvaniya Amerîkayê ya bo HSD piştî vekêşînê jî bidome û Amerîka bi ti awayî rê nade ku artêşa rejîma Beşar Esed vegere wan deveran ku Amerîka û hevpeymanê vî, ew ji destê DIŞIê azad kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin