Li gor jêderên nûçeyan îro li bajarê Idlibê du teqînên bihêz pêk hatine.
Jêderên ji deverê diyar kirin ku îro danê sibê li bajarê Îdlibê yaku di destê cîhadiyên ser bi hikûmeta Tirkiyeyê deye du teqînên mezin li pey hev pêk hatine.
Li gor jêderan di encama wan her du teqînan de yên ku bi rêya tirimbîlên bombekirî pêk hatine herî kêm 9 kes hatine kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûne.
Hîn jî ti aliyek berpirsiyartiya teqînan negirtiye ser xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin