ro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî yên li Îraq û Sûriyeyê general Paul LaCamera û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa pêşhat û guhertinên li deverê û pêşxistina zêdetir ya mekanîzma hemahengiya navbera hêzên têkildar û şerê dijî terorîzimê hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekez kirin li ser girîngiya hevkariya zêdetir ya hêzên pêşmerge bo şerê dijî teror û metirsiyên terorê, behsa zêde bûna lêv û tevgerên terorîstan li çend parêzgehên Îraqê kir û ragihand ku eger sedemên terorê bi awayekî bingehîn li deverê de neyên çareserkirin, vê demê derfet bo dubare serhildana tundûtîjî bi nav û nasnavên din vê berdewam be.
Li hember de Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî yên li Îraq û Sûriyeyê Paul LaCamera, diyar kir ku hevpeymaniya cîhanî li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî berdewam dibin û bo parastina deverê jî hevbeşî û hemahengî li gel hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê pêdiviyeke girînge.
Di beşeke din ya civîna han de behsa pêşhat û rewşa Sûriyeyê bi taybetî deverên Rojhilata Firatê hate kirin û li ser vê yekê jî Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember eger û pêşhatên wan deveran diyar kir û tekez li ser diyalog û çareseriya siyasî bo rewşa han kir û got: Lazime di nava danûstanan de maf û ewlekariya gelê Kurd li Sûriyeyê werin gerentî kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin