Li devera Bane ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji ber sermayê can da.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li zozana Nenor ya navçeya Bane ya Sine, kolberekî kurd bi navê Şaho Qadirpûr ji ber sermayê can da.
Li gorî agahiyan, ew kolber 17 salî û xelkê bajarê Ormiyê bûye.
Ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 5 kolberên Rojhilatî ji ber sermayê can dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin