Ev demeke li seraserê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê dest bi operasiyonên berfire yên li dijî çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên Kurd kirine.
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê di nava çar rojên derbasbûyî de li Merîwan, Sine, Seqiz, Şino û Bûkanê herî kêm 6 çalakvanên Kurd ji aliyên hêzên ewlekarî yên Îranê û îtlaata Îranê ve hatine girtin û bo cîhên nediyar hatine veguhastin.
Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku operasiyonên binçav kirinê li seraserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê didomin û hêzên rejîmê bi hincetên siyasî û ewlekarî çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên Kurd binçav dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin