Dewleta Tirk dibistanên Efrînê dike girtîgeh

hewlên tirkiyeyê bo guhertina demografiya Efrînê didomin
کوردستان TV
100%

Dewleta Tirk û çeteyên wê, dibistanên kantona Efrînê vediguherîne baregeh û zindanan.

Li gor nûçeyeke anhayê artêşa Tirk û çeteyên wê kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê didomînin. Roj bi roj bi bêdengiya navdewletî û ya rêxistinên mafên mirovan re binpêkirin zêde dibe. Ev yek jî bar û zehmetiyên gelê Efrînê zêde dike.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk û çeteyên wê Dibistana Şehîd Yûsif a li navçeya Bibilê kire baregeheke endam û çeteyên xwe. Her wiha dibistana gundê Şêxurzê kir girtîgehek ji bo girtina sivîlan.

Di heman demê de, li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatin bidestxistin, artêşa Tirk di çarçoveya siyaseta guhertina demografyayê de nasnameyên tirkî ji şêniyên resen ên Efrînê re derxistin û ew wek koçber nivîsandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.