Îro civata Serkirdatiya Partiya demokrata Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî civiya û piştî civînê jî daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek hat weşandin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di civînê de giftûgo li ser çar mijaran hatiye kirin.
Mijara yekem piştî şîrove kirina rewşa siyasî ya Kurdistan û deverê ji aliyê Serok Barzanî ve, destpê kiriye û di mijara yekem de, behsa rewşa Îraqê bi giştî û encamên serdana Serok Barzanî ya bo Bexdayê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin û her di çarçoveya heman mijarê de behsa hewldanên PDKê yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçoveya destûra Îraqê de hatiye kirin û tekezî li ser dabîn kirina jiyaneke baş bo welatiyan, dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî di çarçoveya Îraqeke fedral de hatiye kirin.
Di mijara dudiyan de jî behsa rewşa Kurdistanî, rewşa Kurdistanê piştî hilbijartinan, hewldanên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û encamên serdanên şanda pdk bo part û aliyên din yên Kurdistanê yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bi girîng hatine wesifkirin.
Di mijara sêsiyan de jî behsa biryara hikûmeta Kurdistanê ya bo nehêştina paşkefta mûçeyan karmendên hikûmetê hatiye kirin û ev biryara han jî bi pêngaveke girîng hatiye bilêvkirin û tekezî li ser piştgîriya PDKê û pêngavên hikûmtê hatiye kirin.
Di mijara çaran de jî behsa vê yekê hatiye kirin ku bi mebesta ava kirina Kurdistaneke bihêz lazime rewşa siyasî û rewşa giştî ya Kurdistanê were normalkirin û tevahiya aliyan pîwerdarî û erkên xwe li gor hestiyariya pêvajoyê cîhbicîh bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin