QSDê dîsa dest bi operasiyona xwe ya li Baxozê kir

operasiyon duhê bi şev destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Ji şevê din heta îro vê sibehê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DIŞIê de li hemû eniyên Baxozê rû didin. Çeteyan ku hewl dan bi êrîşên xwekujiyê pêşveçûyîna şervanan asteng bikin, lê negihîştin armancên xwe.

Li gor jêderên taybetî ji şevê din saet 18:00 heta saet 22:00 şerên pir dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DIŞIê de rû dan. Nûçegihanên dane zanîn ku şer heta vê sibê dewam kir û gelek çete hatin kuştin.

Herwiha hate zanîn ku şervanên QSD`ê depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê teqandin û ji duh ve agir û dûman ji nava gund radibe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.