Mistefa Balî berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat bi rêya twîtekê da zanîn ku balefirên şer yên hevpeymanan 20 êrîşên esmanî birine ser bingehên xweparastina terorîstên DIŞIê û otombîlên wan.
Balî herwiha eşkere kir ku di encama wan êrîşan de herî kêm 38 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne û çend tirimbîlên leşkerî yên terorîstan jî hatine têkşikandin.
Balî dibêje, terorîstên DIŞIê li du enyiyan bi rokêtên agirîn du êrîş bo ser cebilxane û bingehê fermnadariya hêzên wan pêk anîne di encama êrîşan de 10 şervan birîndar bûne û 3 şervanan jî jiyana xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin