HSD: Li Baxozê 3 hezar kes xwe radest kirin

şerê dijwar hîn jî didome
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve li Baxozê bi qasî 3000 kes radest bûne.

Baxoz herêma dawî ya di destê DIŞIê de ye û HSD’ê roja Yekşemê dijî wir dest bi operasyona leşkerî kiribû.

Berdevkê HSD’ê ji Twitterê diyar kir ku di nav kesên radest bûne de 3 jinên Êzîdî û 4 zarok jî hene.

Yek ji fermandarên HSD’ê Ednan Efrîn jî da zanîn ku piraniya kesên radest bûne endamên DIŞIê ne û kesên ji malbatên wan in.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.