Fazil Mîranî: YNKê bi eşkere daxwazên xwe diyar kir

dibêje YNK bi eşkere gotiye ku daxwaza çi dike
فازڵ میرانی: کۆبوونەوەی دوێنێمان له‌گه‌ڵ یه‌كێتی راشکاوانەتر بوو ئەوەی لەبن زمانمان بوو لە زمانی یەکترمان دەرهێنا
کوردستان TV
100%

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku partiya wî daxwazên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) baş fêm dike. YNKê di civîna duh de bi hejmar û bi nav çend daxwaz ji PDKê kirine.

Fazil Mîranî piştî beşdariya merasîma çileya şîna nivîskar û rojnamevan Seîd Yehya Xeyat a li Hewlêrê, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Mîranî li ser civîna wan a bi YNKê re diyar kir: “Civînên me dê berdewam bibin. Duh civîn eşkeretir bû, tiştên di bin zimanê me de bû, me ji hev re ji bin zimanê xwe derxistin, me xwestekên wan ji birayên xwe yên YNKê wergirtin û yên ku em bikarin bikin, em dê li ser li hev bikin û ji bo wan cîbicî bikin.”

Li ser peywendiyên wan ên li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Fazil Mîranî destnîşan kir: “Yekîtiya Niştimanî hevbeşeke me ya giring e. Hevbeşa dîrokî û erdnîgarî ye. Em vê yekê înkar nakin. Di bîr û baweriya PDKê de ev tine ku hevbeşiya me li ser wezaretek yan postek ji nav biçe. Serok Barzanî bi berpirsyarî li ser vê yekê rawestiyaye.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî behsa wê yekê kir ku “Dema wê hatiye ku em berjewendiyên xwe yên şexsî nexin ser berjwendiyên partiyên xwe. Dema wê jî hatiye ku em partiyên siyasî berjwendiyên partiyan nexine ser berjwendiyên milet û welatê xwe, eger em wisa bikin, miletê me dê di aştî û bexteweriyê de bijî.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.