QSD: Di nava 24 saetan de 43 terorîst hatin kuştin

ev amara du rojên derbasbûyiye
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 43 terorîstên DIŞIê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û encamên şerê 24 saetên dawî li gundê Baxozê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;  Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî bargehên rêxistina terorîst a DIŞIê li bajarokê Baxozê didomîne. Di gel şerên dijwar bi terorîstan re şervanên me pêş de diçin. Şervanên me hemû cûre çek bi kar anîn û nuqteyên nû ava kirin. Terorîstan xwestin êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, lê şervanên me bersiv dan û êrîş şikandin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Li eniyekî din, şervanên me li dijî bargehên terorîstan çalakî pêk anîn, li ser vê yekê şerên dijwar derketin. Di şer de hejmarek mezin a  terorîst hatin kuştin, her wiha hêzên me hin nuqteyên din ava kirin. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û kombûnên terorîstan kirin hedef.

Şervanên me li dijî bargeh û kombûnên terorîstan çalakî kirin, di encamê de şerên giran qewimîn. Di şer de 43 terorîst hatin kuştin. Li ser vê şikandinê, terorîstan êrîşên xwekujî pêk anîn, 8 êrîşkaran xwe li nêzî bargehên me teqandin, di encamê de 4 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.