Îro bi boneya 116.mîn salvegera ji dayîkbûna Barzaniyê nemir, konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, peyamek belav kir û di peyama xwe de rêz li xebat û raboriya Mela Mistefa Barzanî girt.
Di peyama xwe de konsolxaneya giştî ya Amerîkayê, ku di tora civakî ya fermî twitterê de belav kir de hat gotin: ‘’Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê rêz li dîrok û xebata Mela Mistefa Barzanî digre, ku 116 sal berî naha di rojekî wek îro de ji dayîkbûye.’’
Herwaha hat gotin: ‘’Mela Mistefa ji ber xebata xwe ya ji bo kurd û gelê Kurdistan a Iraqê, dê her di bîr de bimîne.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin