Di çarçoveya konferansa navnetewî ya Qahêreyê ya bo pêşengehên salê yaku ji aliyê dezgeha ragihandin û rewşenbîriya Ahram ve hatibû organîzekirin, Kurdistantvê hate xelatkirin.
Di konferansa han de Kurdistantvê yeke baştirîn û bawermendtirîn kanala Kurdî ya ragihandinê ji aliyê dîwana konferansê ve hate hilbijartin û xelatkirin û Cîgirê birêveberê giştî yê Kurdistantv, Ebdulrehman Kakil jî ku li ser navê Kurdistantvê beşdarî kiribû, xelat wergirt.
Di konferansê de wezîrê berê yê rewşenbîrî yê Misirê jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û pêşmerge bi hêzeke dilawer û qehreman binav kir.
Di konferansê de zêdetir ji 14 welatên Erebî û hijmareke gelek zêde ji rewşenbîr, akademîsiyen û dezgehên ragihandinê beşdarbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin