Hewldanên heyî bo normal kirina rewşê didomin

dibêje aliyên Îraqî bi cidî tev nagerin
هه‌وڵه‌كان بۆ ئاساییكردنه‌وه‌ی ناوچه‌ كوردستانییه‌كانی ده‌ره‌وه‌ی ئیداره‌ی هه‌رێم به‌رده‌وامه‌
کوردستان TV
100%

Berpirsê têkiliyên derve yên wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê Hejar Omer di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re diyar kir ku hewldanên heyî yên hikûmet û aliyên têkildar yên Kurdistanê yên bo normal kirina deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê didomin.

Hejar Omer diyar kir ku di navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê de komîteyeke hevbeş bo normal kirina rewşê di warê ewlekarî de hatiye damezrandin û heta niha ew komîte civînek lidar xistiye lêbelê aliyên Îraqî weke pêwîst pîwerdariya xwe cîhbicîh nakin.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku bo yek xistina wezareta pêşmerge heta niha 35 proje hatine destnîşankirin û ji wan 13 proje hatine cîhbicîhkirin û hewldanên heyî yên bo cîhbicîh kirina projeyên din jî didomin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.