Li gor jêderên nûçeyan ji Sûriyeyê, îro artêşa Sûriye û Rûsyeyê, li herêmên bêçek û bêşer, dîsa êrîşî ser çekdaran kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama topbaran û bordimanên han de herî kêm 10 çekdar hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.
Beriya niha Tirkiye û Rûsye li ser Îdlibê lihev kiribûn ku têde herêmên bêçek û bêşer werin avakirin lêbelê ev rêkeftina han heta niha nehatiye cîhbicîhkirin û rejîma Sûriye û hikûmeta Rûsyeyê jî besha vê yekê dikin ku çekdar li deverê xwe bihêz dikin, lewre ev jî êrîşî ser wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin