Wezîrê rûsî bi mijara Rojava serdana Şamê kir

behsa rewşa rojhilatê çemê firatê dikin
کوردستان TV
100%

 Wezîrê Berevanîyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji bo peyama Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bide Serokê Dewleta Sûrîyeyê Beşar Esad serdana paytexta Sûrîyê Şamê kir.

Wezîrê rûsî ragihand ku di hevdîtinê da li ser mijarên ewlehîya Rojhilata Navîn û têkoşîna li dijî terora gerdûnî gotûbêj hatine kirin. Tê texmînkirin ku di wê hevdîtinê da vekişîna Amerîkayê ji herêmê û operasyonên HêzênSûrîyeya Demokratîk (HSD) jî guftûgo kirin.

Sûrîye: Piştî şerê DAIŞê divê HSê herêman kontrol kirine radest bike

Rejîma Sûrîyê dîyar dike ku HSD piştî dawî li şerê DAIŞê were, kontrola wan herêman radestî wê bike. Ger radest neke hişyarîyan dide ku li dijî wan herêmên hatine kontrolkirin operasyonên leşkerî pêk bîne.

HSD: Ev zimanê tehdîdkar bi tenê bi kêrî cudaxwazan tê

Ji alîyê din ve rêveberîyê Xweser daxuyanîyek da û da xuyakirin û ew alîgirê dîyalog û muzakereyan e got, “ev zimanê tehdîdkar ê li dijî HSDê bi tenê bi kêrî wan kesan tê ku dixwazin welêt perçe bikin.”

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.