Navenda Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrînê dagirkirî û derdorê wê artêşa Tirk û komên çete yên ser bi wê ve bi çalakyên bi bandor derb dikin.
Li gor daxuyaniya han yaku duhê înê hatiye weşandin, hêzên ser bi HRE di rojên 20 û 21 adarê de li Efrîn û Ezazê çend çalakî li dijî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê pêk anîne.
Di encama çalakiyên han de herî kêm 10 cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin û 6 cîhadiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin