Mesrûr Barzanî: Eger pirsgirekên bingehîn çareser nebin, DIŞI dikare carek din serî hilde

dibêje lazime kêşeyên heyî werin çareserkirin
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji The Guardian re axefî û behsa têkoşîna dijî terorîstên DIŞIê û têk birina DIŞIê kir.

Mesrûr Barzanî diyarkir, ku eger desthilatên herêmê pirsgîrekên bîngehîn çareser nekin, DIŞI bi nav û rengeke din dikare carek din serî hilde.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku kontrol kirina deverên di bin destê DIŞI de, pilana herî li pêş a di a têkoşîna li dijî vê rêxistina terorê bû. Herweha qurbaniyên zêde di şerê dijî DIŞI de hatin dan û niha şerê hemberî DIŞI li Sûriye û Iraqê ber bi dawî ve diçe”.

Barzanî eşkere kir ku di dema em li dawî hatina DIŞIê nêz dibin lazime em hîn jî baldar bin jiber ku eger pirsgîrekên siyasî û aborî neyên çareserkirin, ew dikarin bibin zemîneya serîhildana DIŞIê.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de balê dikişîne ser girîngiya şerê îdeolojîkî û ramanî ya li dijî DIŞIê û dibêje raste di warê leşkerî û cografî de niha DIŞI bidawî hatiye lêbelê di warê hizrî û ramanî de DIŞI hîn jî bidawî nehatiye lewre lazime şerê îdeolojîkî li dijî DIŞIê were meşandin, jiber ku eger ew yek neyê kirin vê demê DIŞI dikare bi taktîkên nû û bi şêwazên din gefan li xelkê bi taybetî xelkê Başûrê Îraqê bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.