Di vê derbarê de Peyvdarê operasiyona Bagera Cizîrê ragihand ku ji destpêka operasiyona ser Baxûzê heta kontrol kirina Baxûzê zêdetir ji 200 jin û zarokên Êzidî ji aliyê hêzên HSDê ve hatine rizgarkirin.
Li gor gotinên Peyvdarê operasiyonê şer û pevçûnên kontrol kirina Baxûzê ku pêgeha herî dawî ya terorîstên DIŞIê bû li Sûriyeyê, 40 roj dom kiriye û di nava wan 40 rojan de hêzên HSDê karîne zêdetir ji 200 jin û zarokên Êzidî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin azad bikin.
Tê payîn ku di rojên pêşiya me de kesên hatine rizgarkirin bo nava kesûkarên xwe werin vegerandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin