Duhê hijmareke zêde Cotkarên Kurd yên li Xaneqînê xwepîşandaneke mezin lidar xistin.
Cotkarên Kurd di xwepîşandana xwe de helwestên hikûmet û aliyên têkildar yên li hember hewldanên Erebên ku ji Başûrê Îraqê bo deverê hatine veguhastin yên bo dagîr kirina erd û mal û milkên xwe şermezar kirin.
Cotkarên Kurd behsa vê yekê dikin ku ev zêdetir ji salekê ye ku Erebên Başûrê Îraqê yên ku bi Erebên hawirde ( Erebên koçkirî) tên nasîn dest bi prosesa dûbare dagîr kirina mal û milkên wan kirine û hikûmeta Îraqê jî li hember vê yekê bêdenge.
Cotkar herwiha daxwaz ji tevahiya aliyên têkildar dikin ku li hember ev kiriyarên han yên dagîrkerane rawestin û tevahiya mal û milk û erdên wan yên ku hatine dagîrkirin ji wan re werin vegerandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin