Baregeha Barzanî bersiva Heyder Ebadî da

dibêje Ebadî li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê bê wefa bûye
کوردستان TV
100%

Baregeha Barzanî bersiva gotinên Heder Ebadî derbarê Kerkûkê,Pêşmerge û gelê Kurdistanê dide.

Ev jî naveroka bersiva Baregeha Barzanî ye bo Ebadî:

Serokê yek ji firkisyonên di nava Parlamentoya Îraqê de Heyder Ebadî, di hevdîtinekê de li gel telefizyona Dicle, ku roja Şembiyê 23/3/2019 hatiye weşandin, cihê mixabiniyê ye hinek qezawet û û axivtin ên ne bi cih li ser Kerkûk û gelê Kurdistanê kiribûn, ku mebest û armanc a wî têkdana wê seqaya erênêî ye ku li piştî hilbijartinên Îraqê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê çêbibû û bo armancên takekesî ev axivtin kirîne.

Bo hemû aliyekê xuyaye ku pêkhateyên Îraqê di hilbjartinên borî de, Ebadî û hemû kesên din jî sizadan ku, biniyeta şerê navxweyî dirustbikin û pêkvejiyanê têkbidin û li hember gelê Kurdistan kerba ji dil û kîndar bû û bipîkirina destûrê tawan li Kerkûkê û Dozê encam daye. Di hemna demê de gelê Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, padaşta xelat a pêşmerge û berevanê ên Kurdistanê kir.

Ebadî kesekî bê wefa bû beranber Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Eger Pêşmerge neban kesekî wek wî ti caran Mûsil nedidît daku serkevtina bi ser DIŞIê re li Mûslê bo xwe bidize û xwe pê hilkêşe û binase.

Ji alî yê gel ê Kurdistanê ve, Ew alî yên ku Ebadî wan bi tundrew û wesif dike, alî yên nîştîmanperwer û dilsojin û Ew ên tensîq û rêkkevtin bi Ebadî re kirine, Xayîn û welatfiroşin. Ew a li ba me girinege. Nerîn û dîtin a gel ê Kurdistanêye  û hilsengandi  xelk ên kîndar û kerb ji dil ti beha nîne.

Hêzên Pêşmerge jî çawa xewnên neyar û rijêmên ber têk birin , weha jî bi qehremanî ya xwe pîlanên genî yê Ebadî jî xistin gorê û Ebadî ji her kesî baştir dizane ka Pêşmergey çi bi serê wî û pîlanên wî anîye.

 Divê hemû alîyek wê yekê bizane ku niha rewşeke din li Îraqê heye û nabe rola kesên zikreş û yasaşikên hebe  qonaxa niha, qonaxa berpirisyarîyê û bihêzkirina binemayên bi hevre jîyanê û çespandin a hevpişkî, hevsengî û tewafiqê ye li Îraqê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.