Li gor jêderên Îranî, vê ji roja şemê heta duşemê pileke bihêz ya baran barînê beşeke zêde ji Îranê bi taybetî Rojavayê Îranê ( Rojhilatê Kurdistanê) dide ber xwe û vê lehiyên mezin rabin.
Ji aliyeke din ve rayedarên têkildar yên Îranê welatî bi taybetî şêniyên Rojhilatê Kurdistanê hayedar kirine daku ji roja şemê heta duşemê ji malên xwe dernekevin.
Rayedarên Îranî herwiha diyar kirine ku lazime xelk xwe biparêze û xwe ji cêyên ku mimkune lehî rabe dûr bigirin û tedbîrên hewce li hember lehiyê bistîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin