Bi minasebeta hatina ser sala nû û cejna Ekîto ya Babiliyan, Keldaniyan, Sûriyaniyan û Aûriyan peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina serê sala nû ya Babilî, Kildanî, Siryanî, Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbayên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Keldan, Sûryan, Aşûriyên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.
Bi minasebeta cejn û sersala nû tekez li ser kûrtirkirina çanda bihevre jiyan, aştî û birayetiya di navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikim û xuşk û birayên Mesîhî jî ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wane û nabê warê bab û bapîrên xwe bi cîh bihêlin û pêwîste em hemû bihevre welatê xwe berev pêşve bibîn.
Hêvî dikim koçber û penaber jî bi zûtirîn dem vegerin ser mal û warên xwe yên li parêzgeha Nînowa û navçeyên din. Hêvîdarim sala nû li we pir bê ji xweşî û kameranî û hemû cejnên we bi aştî û bexteweriyê de pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
31.03.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin