Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

şanda Amerîkî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke peymangeha aştî ya Amerîkî bi Serokatiya Seroka peymangehê Nancy Lindborg kir.

Di civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û jiber hevkarî û karasaniyên ku ji aliyê hikûmetê ve bo kar û çalakiyên wan hatine pêşkêşkirin spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Şanda mêwan herwiha jiber vehevandin û hevkarî kirina hijmareke zêde ji penaberan spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku li gel hikûmeta Kurdistanê berdewam dibin li ser hewldanên heyî yên bo vegerandina baweriyê di navbera pêkhate û aliyan de.

Şanda Amerîkî ev yek diyar kir ku bo vegerandina baweriyê lazime diyalogeke bihêz di navbera dezgehên hikûmet û xelkê deverê de hebe.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya şanda mêwan kir û anî ziman ku bo çê kirina baweriyê hikûmeta Kurdistanê vê hewlên xwe yên pir alî bidomîne.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de bi awayekî kurt behsa porsesa siyasiya Îraq û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kir û anî ziman ku diyalog di navbera Hewlêr û Bexda û herwiha di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de berdewame û heta niha jî gelek kêşe hatine çareserkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.