HDPê li Amedê hemû şaredariyên di destê qeyûman da qezenc kirin

hîn jî encamên fermî ji aliyê komîsyonê ve nehatine ragehandin
کوردستان TV
100%

 Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li bajarê Amedê namzedê HDPê Adnan Selçuk Mizrakli bi ser ket û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qezenc kir.

Namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Cumali Atilla ku niha weke qeyûmê Amedê kar dike % 31 deng wergirt.

HDP herweha li Amedê hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn wezîfdar kirin qezenc kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Amedê AKPê  bi tenê şaredarîya navçeya Amedê Çêrmûgê bidest xistiye.

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.