Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvîneke xwe de li gel dengê Amerîkayê behsa rewşa Kurdistan û deverê kiriye.
Fazil Mîranî di hevpeyvînê de behsa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û gotiye: Ne başe ku bêyî YNKê hikûmet were avakirin lêbelê dibe bêyî YNK jî hikûmet were avakirin.
Mîranî diyar kiriye ku PDK û YNK gelek nêzî lihev kirinê bûne û lazime YNKê jî beşdar be jiber ku Serokê Kurdistanê tenê ne Serokê hinek aliyane belku Serokê tevahiya Kurdistanê ye.
Mîranî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku YNK heta niha daxwaza 6 wezaretan di hikûmeta nû de kiriye û PDK jî li gor hijmara korsiyên parlementoyê li hember YNKê tevnagere lêbelê lazime YNK ev yek fêm bike ku serdemê 50 bi 50 jî bi dawî hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin