Sibê pêşengeha Pirtûkan tê vekirin

sibê destpê dike û 10 rojan didome
کوردستان TV
100%

Biryare sibê çarşem pêşengeha pirtûkan li Hewlêrê destpê bike.

Li gor zaniyariyan vê sibê çarşem pêşengeha navnetewî ya pirtûkan li Hewlêrê destpê dike û heta 10 rojan berdewam dibe.

Di pêşengeha îsal de nêzî 300 dezgehên çap û weşanê ji 21 welatên cîhanê beşdar dibin ku 50 ji wan dezgehên biyanî, 300 ji wan dezgehên erebî û 40 ji wan jî dezgehên Kurdistanî ne.

Ev 14mîn pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê ye û her sal di destpêka mehaî nîsanê de tê vekirin û 10 rojan didome.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.