Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bruno Ubert û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû behsa pêşhatên dawî yên Îraq û deverê hate kirin û her du alî tekezî li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane yên di navbera her du gelên Kurdistan û Franseyê de kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de Mesrûr Barzanî piştîvanî û hevkariyên Franseyê yên bo Kurdistanê bi girîng nirxand û pişt re jî behsa hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya hikûmeta Kurdistanê kir û pêşkeftinên heyî yên di çarçoveya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi girîng û erênî wesif kir.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa Sûriyeyê û kontrol kirina pêgeha herî dawî ya DIŞIê, normal kirina rewşê û çareseriya siyasî ya kêşeyên heyî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin û tekezî li ser vê yekê hate kirin ku lazime di pêngavên pêş de qurbanî dan û mafên pêkhateyan li ber çav werin derbaskirin.
Di dawiya civînê de Ubert hêviya serkeftinê jê Mesrûr Barzanî re di Serokatî kirina kabîneya nû de xwest û ev yek jî dubare kir ku dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bikin û got: Franse li ser piştgîrî û hevkarî kirina Kurdistan û pêşmergeyê berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin