Îro dîsa li ser qanûna Serokatiya Kurdistanê gotûbêj tê kirin

ev duyemîn civîna parlementoyê ye li ser qanûna Serokatiyê
کوردستان TV
100%

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de, xwendina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê dike.

Biryar e îro piştî nîvro Parlamentoya Kurdistanê, bi armanca encamdana xwandina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatiya Kurdistanê û sererastkirina şêweya hilbijartina serok heta pesendkirina destûrê, bicive.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hemû parlamentar vexwandine ku beşdariyê di civîna îro de bikin, ku biryar e demjimêr 3ê piştî nîvro bê lidarxistin.

Roja Şemiya derbasbûyî, Parlamentoya Kurdistanê xwandina yekem ji bo reşnivîsa sererastkirina Yasaya Serokatiya Kurdistanê kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.