Duhê Serok Barzanî li ser vexwandina fermî ya Şahê Urdinê, Şah Ebdulah, serdana Urdinê kir û li Emana paytext ji aliyê birayê Şahê Urdinê, Şahzade Feysel Bin Husên ve hate pêşwazîkirin.
Serok Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di lûtkeya abûriya cîhanî ya taybet bi Rohilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, ev serdana han pêk aniye.
Tê payîn di çarçoveya lûtkeya han de Serok Barzanî li gel hijmarek ji rayedarên welatên beşdar civîn û hevdîtinan pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin