Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînname derbarê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanikli û Parlamenterê HDPyê yê Agiriyê Berdan Ozturk de vekiriye ku di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye hilbijartin.
Li gor nûçeyeke bianetê Serdozgeriyê bi sedema ku Mizrakli û Alokmen duh (4ê Nîsanê) beşdarî civîna li avahiya partiya xwe ya li Amedê bûne lêpirsînname amade kiriye.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê weşandiye, serdozgeriyê bi hinceta ku di civînê de “bi xwendina qaşo marşa rêxistinê re pesnê rêxistina terorê ya çekdarî û terorîstan daye, ji bo tetorîstên ku mirine ketiye rêzgirtinê, ji bo Abdullah Ocalan slogan avêtiye û pestên rêxistina terorê û terorîstan daye” lêpirsînname amade kiriye.
Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, di hilbijartinê herêmî ya 31ê Adarê de ji sedî 62 deng standine û bûne Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin