Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Oldarên Ermenî ku ji hijmareke Metranan li cîhanê pêk hatibû kir.
Di civînê de behsa rewşa deverê bi giştî û rewşa penaber û awareyên mesîhî yên deşta Neynewayê bi taybetî hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime bi hevkariya aliyên têkildar hewl bo afirandina derfetên goncaw bo vegera wan penaberan bo ser mal û milkên xwe were dayîn.
Di civînê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku berxwedan û girêdayî bûna birayên mesîhî bi welat û warên xwe lazime jiber ku bi vê rengî dikarin wan hewldanên heyî yên ku dixwazên demografiya deverê biguherin û nasnameya şêniyên deverê nehêlin, pûç bikin.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku piştgîriya hikûmeta Kurdistanê bo maf û daxwazên birayên mesîhî bi giştî û ermenî bi taybetî berdewam dibe.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku di ti şert û mercekê de gelê Kurdistanê dev ji çanda xwe ya bihevre jiyana aştiyane ber nade û got: Kurdistan hertim weke navenda bihevre jiyana aştiyane bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî dimîne.
Di dawiya civînê de şanda mêwan spasiya Serok Barzanî, hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku di qonaxên curbicur de mesîhiyên Îraqê vehevandiye û hevkariya wan kiriye.
Şanda mêwan di dawî de hêviya serkeftinê bo kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin