Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê 4 çete hatin kutin û 5 birîndar bûn

çalakî duhê hatiye pêkanîn
کوردستان TV
100%

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke bi bandor a hêzên wan li Efrînê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîna duhê êvarê yaku li Efrînê pêk hatibû girt ser xwe û ev agahî da:  Şervanên me di çarçoveya tolhildana xwîna şehîdên Efrînê û sûcên ku çeteyên dagirkeriyê der heqê xelkê me û xaka me ya paqij pêk tînin de çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn û herêmên Bakurê Sûriyê didomînin.

Şervanên me dîroka 7‘ê Nîsana 2019‘an li kolana Marata ya navenda bajarê Efrînê mayînek bi kombûna çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê ve teqand, di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Em teqez dikin ku em hîna li ser soza xwe ne, çalakiyên me yên li dijî çeteyan berdewam e. tekane berbijêra mezinkirina çalakiyan û rizgarkirina Efrîn ji çeteyan e."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.