Zanayê Kurd Koçber Bîrkar ku xelata cîhaniya metematîkê (bîrkariyê) wergirtiye, piştî vegera xwe ya ji Kurdistanê li ser rûpela xwe ya Twitterê peyamek nivîsandiye û behsa serdana xwe ya bo Kurdistanê kiriye.
Bîrkar nivîsandiye, piştî Newrozê min serdana Kurdistanê kir, serdan 10 rojan dom kir û di çarçoveya serdanê de, li gel Serokwezîr, rayedarên hikûmetê, Serokê zanîngehan, rewşenbîr û akademîsiyenên Kurdistanê civîn û hevdîtin pêk anîn û behsa çend projeyên zanistî kir.
Bîrkar nivîsandiye ku pêşwaziyeke gelek gerim ji min hate kirin, xelkê Başûrê Kurdistanê gelek baş û mêhvan dostên.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin