Balefirên Îsraîlî derdorê Hemayê bordiman kirin

êrîş bi rêya asmana Libnanê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku li nêzî Hemayê dengê çend teqînên bihêz hatiye bîstin.

Çapemeniya Sûriyeyê li ser zarê rayedarên ewlekarî yên Sûriyeyê belav kirine ku Îsraîl derdorê Hemayê bordiman kiriye û çend mûşekên Îsraîlê li deverê ketine.

Jêderên ewlekarî herwiha diyar kirin ku jiber dordimanên Îsraîlê zirarên madî yên gelek mezin bi deverê ketine.

Hate zanîn ku balefirên Îsraîlê bi rêya asmanî ya Libnanê êrîşî ser Hemayê kiriye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.