Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokşaredariya Parîsê Anne Hidalgo û şandeke pê re kir.
Di civînê de Seroka şaredariya Parîsê Anne Hidalgo devdem li gel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe a bo Kurdistanê, behsa bernameya serdana xwe kir û anî ziman ku weke şaredariya Parîsê dixwazin têkiliyên xwe li gel parêzgarê Hewlêr û bajarên din yên Kurdistanê baştir û bihêztir bikin û di warên enerjiya paqêj, çandî, gehandin û warên din de hevkariya Kurdistanê bikin.
Anne Hidalgo di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku pêşwaziya hijmareke zêde penaber kirine, pêşmerge berevaniya tevahiya cîhanê û nirxên hevbeş yên cîhanê parastiye.
Hidalgo herwiha hêviya pêşkeftina zêdetir û aramiyê bo Kurdistanê xwest.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bixêr hatina şanda mêwan kir û spasiya Fransa û civaka cîhanî kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya Kurdistanê kirine û diyar kir ku bêyî wan hevkariyan serkeftin nedihat bidestxistin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku jinav birina hizra DIŞIê pêwîstiyeke gerîng ya vê serdemê ye.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya Serokê Franseyê jî kir ku piştî bûyerên Cotmeha 2017an piştgîriya Kuridstanê kir û deriyên siyasî bo Kurdistanê vekir ku ev yek jî bû sedema çareser kirina beşek ji kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha destpê kirina prosesa diyalogê.
Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku Kurdistan bi çanda xwe ya bihevre jiyanê serfiraze û xelk û hikûmeta Kurdistanê bi her awayî ev çanda han diparêzin û got: Vekirina kîlîseya Ermeniyan mînakeke başe ku hefteya derbasbûyî li Hewlêrê hatiye vekirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştî nemana şerê dijî DIŞIê û nemana qirîza darayî ya li Kurdistanê niha dem hatiye daku em dest bi geşedan bi enerjiya paqêj, parastina jîngehê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin