Serokwezîr û komîteya xêrxwaziya îslamiya cîhanî rewşa koçberan nirixandin

behsa rewşa penaberan kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwaziya li Serokê  komîteya xêrxwaziya îslamiya cîhanî  Ebdulah Metûq û şandeya pê ra kir.

Di civînê de her du aliyan rewşa koçber û penaberên li Kurdistanê û pêdawîstiyên wan gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir alîkarîkirina wan ji aliyê sazî û rêxistinên xêrxwazî û civaka navdewletî ve kir.

Ebdulah Metûq behsa civîn û dîdarên xwe yên bi aliyên peywendîdarên Kurdistanê û serdana kampên koçber û penaberan kir û got ku Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêt jî hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û dê di nawendên navdewletî da pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê di vî warî da berçav bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarîyên Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêtê kir û got ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariyên civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê heye daku bikaribin baştir xizmeta koçber û penaberan bikin bi taybetî di warê perwerde, xwendin, saxlemî û çareseriyên derunî da heye.

Rewşa mirovî li Mûsilê û arîşe û pirsgirêkên dikevin pêşiya karên rêxistinên xêrxwazî li deverê hatin gotubêj kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.