Tirkiye li Mexrêb jî bêtehemuliya xwe nîşan da

aciz bûne lêbelê tiştek ji destê wan nehatiye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya konferanseke navnetewî de yaku ji aliyê ciwanên partiya Îstîqlal ya Mexrîbê li Rîbata paytexta vê welatî hatibû organîzekirin, Tirkiye careke din bêtehemuliya xwe ya li hember hebûna gelê Kurd nîşanda.

Organîzatorên konferansê, nunerên ciwanên Kurd û nunerên ciwanên Tirkiyeyê li yek rêz û li tenîşt hev û du rûnîştandibû.

Ciwanê ku nuneratiya Tirkiyeyê dikir bi dîtina al û navê Kurdistanê aciz bûye lêbelê tiştek ji destê vî nehatiye.

Nunerê ciwanên Kurd Felah Hesen diyar kir ku di destpêkê da şanda Tirkiyeyê gelek aciz bûn lêbelê tiştek ji destê wan nehat û pişt re jî em li gel hev û du giftûgo kir û min ji wan re got ku lazime dev ji înkar kirina Kurd û Kurdistanê berdin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.